Carneyê Serokwezîrê Kanadayê eşkere kir ku ew ê li Lijneya Giştî ya NYyê ya di îlonê da dewleta Filistînê nas bikin

New York
Mark Carneyê Serokwezîrê Kanadayê sepanên Îsraîlê yên li Xezeya ku dagir kiriye şermezar kirin û her wiha eşkere kir ku ew ê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di îlonê da dewleta Filistînê nas bikin.
Carney di daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê da wiha got, "Li Lijneya Giştî ya 80yem a Neteweyên Yekbûyî da ku dê di Îlona 2025an da bê lidarxistin, em plan dikin ku dewleta Filistînê nas bikin. Em difikirin ku vê bikin lewra rêveberiya Filistînê soz da ku pêşengiya reformên ku demeke dirêj e pêdivî bi wan heye, pêk bîne."
Carney bal kişand ku bi deh hezaran Filistînî bi destê Îsraîlê hatin kuştin û bi hezaran jî di nav lepê xelayê da ne û wiha got, "Kanada hikûmeta Îsraîlê şermezar dike ku rewşa li Xezeyê ev qas xirab dike."
Carney destnîşan kir ku bi salan e ew pabendî çareseriya dudewletî ne û di vê pêvajoyê da wan aştiya pêşbînî dikir nedît û her wiha ew difikirin ku domandina vê helwestê ne pêkan e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.