26 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
XEZE
Mihemed el-Hindiyê yek ji rêvebirê Tevgera Cîhada Îslamî ye got ku çareseriya du dewletî projeya Îsraîlê ye.
Hindî li ser sînorê Xezeyê di semînera Yekîtiya Medîayê (Ciwanî) ya Filistînê de axivî û wiha got: "Çareseriya du dewletî projeya Îsraîlê ye. Lê Îsrail di vê projeyê de li ser neket. Îsraîlê ev proje ji bo Rojavayê wek slogan bi kar bîne da destpêkirin. Lê di Şerîeya Rojavayê de her roj dest dide li ser axên Filistînê. "
Hindî got ji bo çareseriyê rêyên ku Îsraîl pêşniyaz dike zehmet in û nikarin bên qebûlkirin.
Hindî got Îsraîl dijminê her kesî ye û nikare bi kesî re bibe dost û wiha dewam kir: "Îsraîl li herêmê projeyeke desthilatiyê ye. Cîhana ereban di nav rewşeke xirab de ye. Di bin siya vê rewşê de be jî em dixwazin ku berxwedana Filistînê ya li hember Îsraîlê dewam bike."