Cara ewile ku Serokwezîrekî Îsraîlê diçe serdana Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb

Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Benettî cara ewile awayek fermî serdana Mîrektiyên Yekbûtî yên Ereb dike.
Li gor daxuyaniya ji Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê hat dayîn Bennet ji bo hevdîtina bi Mîrzayê Welîehd ê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb Şêx Mihemed Bîn Zayîd Al Nehyan ra hevdîtinê bike wê biçe Abû Dabiyê.
Tê payîn Bennett sibê bi Mîrzeyê Welîeht ra hevdîtinê bike û ji bo di mijarên têkîliyên dualî, aborî û sernavên herêmî da pêşketin pêk bê wê hevdîtin bê kirin.
Cara ewile ku Serokwezîrekî Îsraîlê awayek fermî diçe serdana welatê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb.
Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di 15ê Îlona 2020î da bi merasima li Qesra Spî hatibû kirin da ji bo asayîbûnê peyman îmze kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.