Dinya

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku piştî avêtina mûşekê ji Yemenê, qada asîmanî ya Balafirgeha Ben Gurionê ya hatiye girtiye

Ömer Erdem  | 23.08.2025 - Rojanekırın : 23.08.2025
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku piştî avêtina mûşekê ji Yemenê, qada asîmanî ya Balafirgeha Ben Gurionê ya hatiye girtiye

Istanbul

 Televizyona Kanal 12ya Îsraîlê ragihand piştî tesbîtikirina avêtina mûşekê ji Yemenê, qada asîmanî ya Balafirgeha Ben Gurionê ya Tel Avîvê hat girtin.

Televizyona Kanal 12yê daxuyand bi sedema mûşeka ku ji Yemenê hat avêtin, li Tel Avîv û gelek herêmên derdora wê sîren lêdane.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku piştî tesbîtikirina avêtina mûşekê ji Yemenê, qada asîmanî ya Balafirgeha Ben Gurionê ya Tel Avîvê hat girtin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê da ragihand ku mûşek ji Yemenê ber bi navenda Îsraîlê va hatiye avêtin û ji aliyê pergalên parastina asmanî va bi serkeftî hatiye berterefkirin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku "perçeyên mûşekan li deverên cuda yên navenda Îsraîlê ketine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın