Dinya

Çapemeniya Sûriyeyê: Serokomar Şara wê serdana Moskovayê bike

Mehmet Nuri Uçar, Mohammed Hamood Ali Al Ragawi  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Çapemeniya Sûriyeyê: Serokomar Şara wê serdana Moskovayê bike

Istanbul

 Hat ragihandin ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara wê roja çarşemê here Moskovaya paytextê Rûsyayê û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Sûriyeyê, Sûriye TVyê ya ku weşana taybet dike ragihand ku Serokomar Şara wê roja çarşemê here Moskovayê û bi Putîn ra bicive.

Di nûçeyê da hûrgiliyên der barê serdanê da nehatin dayîn.

Derbarê serdanê da heta niha ne rayedarên Sûriyeyê û ne jî yên Rûsyayê daxuyaniyeke fermî dane.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra beriya vê di 15ê Cotmeha 2025an da li Moskovayê hatibû bal hev.

Ev serdan piştî rûxîna rejima Beşar Esed ya di dawiya Çileya Pêşîn a 2024an da, bûbû yekem serdana fermî ya Şara ku wekî Serokomar çûbû Moskovayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.