Dinya

Çapemeniya Amerîkayê: Piştî Îsraîlê biryar da ku êrîşî Refahê bike, Amerîkayê sewqa bombeyan da sekinandin

Dilara Karataş  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 09.05.2024
Çapemeniya Amerîkayê: Piştî Îsraîlê biryar da ku êrîşî Refahê bike, Amerîkayê sewqa bombeyan da sekinandin

Ankara

Hat îdiakirin, piştî Îsraîlê biryar da ku êrîşî Refahê bike, Amerîkayê hefteya çûyî ji bo Îsraîlê sewqkirina bombeyan da sekinandin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, rayedarekî payebilind ku nexwest navê xwe bide, der barê sewqkirinê da daxuyanî da.

Rayedar îdia kir, sewqiyata ji bo Îsraîlê ji 1800 bombeyên ku her yekî wan 900 kîlo ne û 1700 bombeyên ku her yekê wan 225 kîlo ne pêk tê. Rayedar îdia kir, ew bi fikar in ku ev bombe wê li deverên qerebalix çawa werin bikaranîn.

Li gor îdiaya rayedar, piştî Îsraîlê biryar da ku ji bejahê va êrîşî Refahê bike, Amerîkayê hefteya çûyî biryara sekinandina sewqiyatê da. Rayedar destnîşan kir, ne diyar e ku sewqiyat wê paşê were kirin yan na.

Artêşa Îsraîlê duh serê sibehê li dijî herêma Refahê êrîşa bejahî dabû destpêkirin û daxuyandibû ku wan aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê ku ji Misrê ra vedibe, bi dest xist.

Rojnameya The Wall Street Journalê (WSJ) jî duh îdia kiribû ku rêvebiriya Joe Bidenji bo Îsraîlê firotina 6 hezar û 500 muhimatên êrîşa rasterast a muşterek (JDAM) taloq kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın