Çapemeniya Amerîkayê: Balafira ku Maduro û jina wî tê da bûn li New Yorkê danî
Ankara
Balafira ku Serokê Venezuelayê Nîolas Maduro û jina wî Cîlîa Flores yên ku piştî operasyona Amerîkayê hatin girtin, tê da bûn li baregeheke bakurê New York danî.
Li gorî nûçeya CBS Newsê ya ku navenda wê Amerîka ye, balafira ku Maduro û Flores tê da bûn li Baregeha Parastinê ya Neteweyî ya Hewayî ya Stewartê danî.
Hat gotin, tê payîn ku Maduro û Flores wê li Navenda Çavdêriyê ya Metropolîtanê ya li herêma Brooklynê bêne girtin.
Li vê navendê berê jî girtiyên payebilind ên wekî Joaquîn Guzman, Sean Combs, Luîgî Mangione û Ghîslaîne Maxwell hatibûn girtin.
Li gorî nûçeya CNNê ya ku rayedarekî federal wekî çavkanî nîşan da, Maduro û Flores wê hefteya bê li Manhattanê derkevin pêşberî dadgeheke federal.
- Çi qewimîbû?
Li Caracasa paytexta Venezuelayê roja şemiyê bi saeta herêmî dora saet 02.00î da dengê teqîn û balafiran hatibû bihîstin.
Piştî teqînan rêvebiriya Venezuelayê, Amerîka ji ber êrîşên li ser tesîsên sivîl û eskerî yên li deverên cuda yên welêt sûcdar kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku êrîşeke berfireh li dijî Serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro hatiye destpêkirin, Maduro û jina wî ji welêt hatine derxistin.
Wezîra Edelatê ya Amerîkayê Pam Bondî jî ragihandibû ku li Amerîkayê li dijî Maduro û jina wî Cîlîa Flores doz hatine vekirin û Maduro bi sûcên "terorîzma hişbirê, bazirganiya kokainê û xwedî hebûna tivingên bimakîne û amûrên xirabker ên li dijî Amerîkayê" tê sûcdarkirin.
Rêvebiriya Venezuelayê bangî civaka navneteweyî kiribû ku êrîşa Amerîkayê bê şermezarkirin.
Piştî bangê hin welatan êrîş rexne kiribûn, hinêkan jî bi daxuyaniyên xwe va piştgirî dabûn Amerîkayê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
