Dinya

Çapemeniya Îranê: Di êrîşên dijî cihên kontrolê yên li Tehranê da 10 kes hatin kuştin

Tolga Akbaba  | 11.03.2026 - Rojanekırın : 11.03.2026
Çapemeniya Îranê: Di êrîşên dijî cihên kontrolê yên li Tehranê da 10 kes hatin kuştin

İran

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku Îsraîlê bir ser cihên kontrolê yên li Tehrana paytextê Îranê da herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îranê da Îsraîlê bi hevkariya sîxûrên di nav Îranê da dijî herêmên 1,14,15 û 16emîn ên Tehranê êrîşa ÎHAyê kir.

Di encama êrîşan da ji hêzên ewlehiyê yên ji kontrola rê peywirdar in û Hêzên Ewlehiya Dildad (Besîc) 10 kes hatin kuştin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Li gor rayedarên Îranî di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 1332 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.