Dinya

Çalakvanê DYAyî yê di Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da Stumo got ku welatê wî qirkirina li Xezeyê fînanse dike

Muhammet İkbal Arslan  | 30.09.2025 - Rojanekırın : 01.10.2025
Çalakvanê DYAyî yê di Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da Stumo got ku welatê wî qirkirina li Xezeyê fînanse dike

Geneve

 Çalakvanê DYAyî yê Tor Stumo yê ku beşdarî Fîloya Sumûdê ya Kûrewî bûye ragihand tevî ku rêveberiya DYAyê hevbeşê qirkirina li Xezeyê ye, fînanse jî dike.

Stumoyê ku ji Washingtonê beşdarî fîloyê bûye derbarê rewşa dawîn a Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da ku ji bo şikandina eblûqeya Îsraîlê û gihandina alîkariya mirovî diçe Xezeyê, bersiv da pirsên nûçegihanê AAyê.

Stumo diyar kir ku rewşa di nava filoyê da her tim tevlihev e û got ku ew ne deryavanên profesyonel in, lê sivîlên asayî yên ji welatên cuda ne.

Stumo destnîşan kir ku ew di jiyana sivîl da endazyarekî deryayî bû û di keştiyên bazirganî da dixebitî. Her wiha eşkere kir ku berî ku tevlî fîloyê bibe, wî li Washingtonê wekî çalakvanekî dilxwaz ji bo Filistînê xebitî.

Stumo got, "Ez matmayî mam ku rêveberiya DYAyê ne tenê hevbeşê vê qirkirinê ye, lê di heman demê de fînanse jî dike."

Stumo diyar kir ku Îsraîl xwestiye fîloyê rawestîne û êrîşî wan kiriye û tekez kir ku ew di mîsyoneke alîkariyê ya aştiyane da ne.

Stumo wiha domand, "Wekî Amerîkiyekî erkê min e ku ez werim vir. Ji ber ku pereyên bacên min ji bo kuştina van zarokan û pêkanîna vê qirkirinê hatin xerckirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın