Çînê qedexeya ketina welêt a biyaniyan a ji ber Kovîd-19ê hebû rakir

Ankara
Çînê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketina welêt a biyaniyan qedexe kiribû, lê qedexeya ji bo kesên vîzeya wan a Çînê heye û ya ji bo kesên destûra wan a jiyanê ya li Çînê heye û ew li dervayî welêt in, rakir.
Wezareta Karên Derva û Îdareya Koçberiyê ya Neteweyî daxuyaniyeke hevpar da.
Di daxuyaniyê da hat gotin kesên ji ber sedemên kar, şexsî û malbatî vîzeya wan a Çînê heye û kesên destûra wan a jiyanê ya li Çînê heye wê êdî ji 28ê Îlonê pê va bikaribin vegerin welêt.
Hat destnîşankirin kesên vegerin divê du hefteyan karantînayê da bimînin û guh bidin verastkirinên kontrolê yên epîdemiyê.
Rêvebiriya Çînê qedxeya ketina welêt di 28ê Adarê da dabû destpêkirin. Tenê ji bo xebatkarên dîplomasiyê, yên balafiran, yên zanist û teknolojiyê û yên alîkariya mirovî destûr dabû û yên din qedexe kiribû.
Di 10 tebaxê da ji Îngiltereyê bigire heta Arnavutlukê qedexeya 36 welatên Ewropayê, di 27ê tebaxê da ji Japonyayê bigire heta Tîmora Rojhilat qedexeya 13 welatên Asya û Pasîfîkê hatibû rakirin ku ew bikaribin bikevin welêt.
Bi vê verastkirinê va êdî welatiyên hemû welatan dikarin bikevin Çînê.