Çînê piştî êrîşa li dijî TUSAŞê peyama piştevaniyê Tirkiyeyê weşand

Beijing
Çînê piştî êrîşa li dijî dijî Şirketa Anonîm a Pîşesaziya Fezayê û Asîmangeriyê ya Tirk (TUSAŞ) peyama piştevaniyê Tirkiyeyê weşand.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Lin Cien di civîna xwe ya rojane ya ku li Pekînê li dar xist da, bersiv da pirsa nûçegihanê AAyê ya derbarê êrîşa terorê ya dijî TUSAŞa li Kahramankazanê.
Berdevk Lin tekezî li wê yekê kir ku Çîn li hemberî hemî şêwazên terorîzmê ye û got, "Çîn weke (welatekî) dosta Tirkiyeyê hêvîdar e li Tirkiyeyê asayiş û îstiqrar bê parastin."
Lin sersaxî li xizmên qurbaniyên êrîşê kir û hêviya şîfayê ji birîndaran ra xwest.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.