Dinya

Çînê ji bo Îrana ku protesto lê dewam dikin, peyama piştgiriyê da

Emre Aytekin  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Çînê ji bo Îrana ku protesto lê dewam dikin, peyama piştgiriyê da

Beijing

 Wezîrê Karên Derva yê Çînê Vang Yi ji bo Îrana ku tengasiyên aboriyê lê bû sedema protestoyan, peyama piştgiriyê da.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derva ya Çînê hat dayîn, Wezîr Vang bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî ra bi têlefonê axivî.

Vang der barê protestoyên ku li welêt dewam dikin da ji Eraqçî agahî hilda û wiha got, "Em bawer dikin ku hikûmeta Îranê û gelê wê, dê werin cem hev û van tengasiyan çareser bikin, îstiqrara neteweyî bidomînin, mafên xwe yên meşrû û berjewendiyên xwe biparêzin."

Vang li ser îhtimala ku Amerîka wê midaxeleyî welêt bike got ku Çîn li dijî midaxeleyê ye.

Wezîrê Çînî bangî hemû aliyan kir ku qîmetê bidin aştiyê, bi îtidal tev bigerin û cudahiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Vang got ku welatê wî ji bo diyalogê amade ye ku roleke çêker hilde ser xwe.

Wezîrê Îranî Eraqçî jî diyar kir ku hêzên dereke bê hizûrî kirin nav welatê wî, lê vê gavê îstiqrar cardin hat tesîskirin, Îran li hember midaxeleya dereke amade ye, lê deriyê wê ji bo diyalogê vekirî ye.

Eraqçî daxuyand, ew piştgiriyê didin ku Çîn zêdetir seba aştî û îstiqrarê roleke mezintir bileyîze.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.