BÎNGOL (AA) - Li Karliovaya (Kanîreş) navçeya Bîngolê 12 xwendekar ji ber ku rêya dibistana wan herî ye, 3 kîlomêtroyî li ser xizekên hespan diçin dibistanê.
Xwendekarên tu malên wan 3 kîlomêtro dûrî gundê Baglihîsarê ye, di çûn û hatina xwe ya dibistanê de gelek zehmetiyan dikşînin.
Ji ber ku rê herî ye dê û bav, zarokên xwe nikarin bi wesayîtan bibin dibistanê û ji ber vê jî bi xizekên hespan dibin dibistana li gundê Baglihîsarê.
Qaymeqam Levent Yetgînê ku weliyên xwendekaran ew ji rewşê agehdar kirin, hate gund û li vir guhdariya xwendekaran kir.
Xwendekaran jî pirsgirêk û çîleya xwe ya çûn û hatina dibistanê ji Qaymeqam re gotin û jê xwestin ku pirsgirêka wan çareser bike.
- "Ji bo xizmeta we ez şandim vira"
Qaymeqam Yetgîn diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan derket seredana gundan û wiha domand:
"Ez xwendekarên li vir wekî zarokên xwe dibînim. Min kêşeyên wan bi çavê xwe dît. Emê demildest dest bi xebatê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku ez nû hatim vezifedarkirin hin gund hene ku min hê ziyareta wan nekiriye. Ji bo xizmeta we ez şandim vira."
Bavê xwendekarekî Welî Ethem Teymûroglu jî destnîşan kir ku ew bi xizaka hespan ve van 12 zarokan dibin dibistanê û wiha xeberda: "Heke ku rê were çêkirin, ev çîleya me jî dê bidawî be."