Dinya

Bîden ji Senatoya Amerîkayê xwest ku dema Trump didarizînin qabûlkirina endamên kabîneyê derengî nexe

Haydar Şahin  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 14.01.2021
Bîden ji Senatoya Amerîkayê xwest ku dema Trump didarizînin qabûlkirina endamên kabîneyê derengî nexe

New York

 Joe Bîdenê ji bo Seroktiya Amerîkayê hat bijartin piştî ku Meclisa Nûneran ji ber di serdagirtina Kongreyê da Donald Trumpê Serokê Amerîkayê "ji îsyanê ra teşwîq kiriye" xala ezilkirinê qebûl kir ji Senatoyê xwest ku bira qebûlkirina endamên kabîneyê derengî nexe.

Bîden piştî sûcê "teşwîqa îsyanê" ya Trump daxuyanî da û got, "Endamên Meclisa Nûneran îro rayeya qanûna bingehîn daye wan bi kar anîn û ji bo Serok berpirsyar bigrin sûc avêtin ser."

Bîden bal kişand hem Demokratan hem jî Komarparêzan piştgiri dan sûcê "teşwîqa îsyanê" ya Trump û pêvajoyê li Senatêy dewam bike.

Bîden ji Senatoyê xwest ku bira di pêvajoya darazê da qebûlkirina bi destê endamên kabîneyê derengî nexe û wiha pê da çû: "Welatê me di heman demê da di pencikên vîrusa dikuje û aboriya dorpêçkirî da ye. Hêviya min ew e ku Senatê dema berpirsyariyên xwe yên qanûna bingehîn bi cî tînin di heman demê da pozisyonên sereke yên wekî wezaretên Ewlekariya Navxweyî, Karên Derva, Parastin, Xezîneyê û Direktoriya Îstixbarata Neteweyî jî pesend bike, bernameya aşiyê û aboriyê jî têxe rêya xwe û bi karên acil ra eleqedar bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın