28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
WASHINGTON
George W. Bushê serokê berê yê Emrîkayê rexne li siyaseta Trump girt û got: "Hewcehiya me hemûyan bi hin cewaban heye."
Serokê berê Bush, beşdarî bernameya televizyona NBCyê bi navê "Today" bû û der barê rêvebiriya Trump de nirxandin kirin.
Bush, rexne li siyaseta Trump a der barê penaberan de girt û got: "Ez piştgiriya polîtîkaya ku deriyê xwe ji koçberan re veke dikim."
Serokê berê qedexeya ketina koçberan bo Emrîkayê jî wek "lawazî" nirxand û wiha axivî:
"Eger em lawaz bixuyên em nikarin li dijî terorê têkoşînê bidin. Divê Emrîka ji zihniyeta civaka serbest tawîzê nede. Yan na dê zehmet be ku em dijmin têk bibin. Dijmin baş dizane cihên me yên zeîf bikar bîne."