Fatih Gazioğlu
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo girtina hemû buroyên ku navê Heşdî Şanî li ser e telîmat da.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo girtina hemû buroyên ku navê Haşdî Şabî li ser e telîmat da.
Ebdulmehdî der barê mijarê da biryarnameyeke eskerî weşand.
Di biryarnameyê da hat gotin ku Serokwezîr Ebdulmehdî ji aliyekê va jî Serfermandarê Artêşa Iraqê ye û ji ber vê hemû hêzên li Iraqê divê li gorî telîmata Serokwezîr hereket bikin.
Di biryarnameyê da hat gotin ku komên li dijî telîmatê derdikevin ew ê wan "neqanûnî" qebûl bikin. Di biryarnameyê da wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê da hemû buroyên hêzên Heşdî Şabiyê yên li bajêr û herêmên din wê bên girtin. Ji bilî vê buroyên Heşdî Şabiyê yên eskerî û aboriyê jî wê bên girtin."
Li gor biryarnameyê buroyên Heşdî Şabiyê divê heta 31ê tîrmehê hemû bên girtin.