Di vîdeoyeke ku li ser malpereke înternetê hat bidestxistin de Serokê Boko Haramê Abûbakar Shekau wiha dibêje: "Şikir ji Xwedê re ku em li Gwozayê serkeftî bûn û Gwoza bû perçeyeke dewleta xîlafetê." Shekau got ku êrîşên ku li Damatûrûya eyaleta Abûja û Yobeyê hatin kirin serkeftî ne.
Serokê rêxistinê ji meha hezîranê û vir ve vîdeo weneşandibû. Shekau êrîşên ku di meha tîrmehê de birin ser Damboayê jî.
Shekau di vîdeoyê de got, "Em dewleta xîlafetê ne. Em Nîjeryayê nas nakin", lê negot xîlafeta wan girêdayî xîlafeta ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) îlan kir e.
Pêşengê rêxistinê Shekau ji destpêka çalakiyên şidetên Boko Hararê yên ji 2009an û vir ve cara ewil bêjeya "xîlafetê" anî zimên.
Berdevkê artêş Nîjeryayê Chrîs Olukolade li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku gotinên Shekau ji îdiayên bêbingeh û beredayî pêk tên û Nîjerya yekîtiya axa xwe û desthilatiya xwe diparêze.
Nîjerya pênc sal e ku bi rêxistinê terorê ya Boko Haramê re têkoşînê dide. Rêxistin di serî de li rojhilata bakurê welêt derket holê û di demeke kurt de paytext Abuja jî di nav de hemû derê welêt berbelav bû. Boko haramê tenê îsal herî kêm 4 hezar kes kuştin û bi milyonan kes jî ji cî û warên wan da revandin.