Blinken: "Ji bo agirbesta li Xezeyê pêşniyaza Biden rêya herî xurt û çalak e"
Qatar
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Anthony Blinken anî ziman ku "ji bo agirbesta li Xezeyê pêşniyaza Serokê Amerîkayê Joe Biden rêya herî xurt û çalak e."
Blinken ji Al Jazeeraya qenala televizyonê ya Qeterê ra axivî û behsa pêşniyaza Biden kir.
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blinken destnîşan kir ku pêşniyaza Serok Biden ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komkara Erebî û digel rêveberiya Filistîn û Îsraîlê ji hemû welatên herêmê piştgirî wergirt û got ku lêbelê Hemas dereng ma ku bersiva xwe bide û bersiva wê jî bi pesendiya aliyê hember ra ne guncav bû.
Blinken îdia kir ku Hemasê hin hikmên pêşniyazê ku "berê qebûl kiribû" bi hinceta ku "hin hikim dibe ku bên bicîkirin, lê hin hikim êdî derbas nabin" hewl daye ku bên guherandin.
Anthony Blinken nexwest têkeve hûrgiliyên pêşniyarê, diyar kir ku ji bo bicîanîna pêşniyazê "tu astengî tuneye" û wiha got, "Ji bo agirbesta li Xezeyê pêşniyaza Biden rêya herî xurt û çalak e."
Blinken got ku giringtirîn bendên pêşniyazê ev in, li Xezeyê demildest agirbest çêbe, hêzên Îsraîlê ji qadên niştecihî yên Filistînê vekirinû ji bo Xezeyê alîkariya însanî bê zêdekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
