QAHÎRE
Serdozgeriya Misrê biryar da ku Serokê Giştî yê Partiya Wasatê Ebu'l Ala Madî û alîkarê wî Îslam Sultan li ser her îhtîmalê 15 rojan werin hepiskirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên darazî bi dest xistine Madî û Sultan di 30ê hezîranê de bi îdiaya ku xelkê teşwîqî tundiyê dikin, hatin binçavkirin. Dadgehê biryar da ku Madî û Sultan 15 rojan bêne hepiskirin da ku di heqê wan de lêpirsîn were kirin.
Hat diyarkirin ku Serdozgerîyê, li Girtîgeha Turayê îfadeya Madî û Sultan sitendiye û cezayê Madî dê îro dest pê bike, lê cezayê Sultan dê piştî ku cezayê wî yê niha biqede, dest pê bike.