Elif Orhan
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Ji bo piştevaniya bi Filîstîniyan re, bi rêzdarî bîranîna şehîdan biryar hat dayîn ku sê rojan şîn bê îlankirin."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da çapemeniyê û li ser mijarê rojevê nirxandin kirin.
Li ser vekirina balyozxaneya Amerîkayê Bozdag wiha agahî da: "Sibê li TBMMê dê di mijara Qudsê de bi rojeveke taybet rûniştinek bê kirin. Bi teşebûsa ku dê Wezareta me ya Karên Derve bike Tirkiye dê Lijneya Wezîran a Neteweyên Yekbûyî gazî civînê bike."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag da zanîn ku balyozên Tel Avîv û Washîngtonê yên Tirkiyeyê ji bo îstişarekirinê gazî Enqereyê kirin.
Herwiha got: "Tirkiyeyê biryar da ku bangî Teşkîlata Hevkariya Îslamê bike ku roja înê derasayî bicive. Ji bo piştevaniya bi Filîstîniyan re, bi rêzdarî bîranîna şehîdan biryar hat dayîn ku sê rojan şîn bê îlankirin."
Li ser şehîdkirina Filîstîniyan jî wiha axivî: "Berpirsyarê eslî ya qetlîamên îro bêguman dewleta Îsraîlê ye lê belê bi qasî Îsraîlê welatekî din a ku ji van qetlîaman berpirsyar e Amerîka ye, birêvebiriya Amerîkayê ye."