QAHÎRE
Rêxistinê Îxwanê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Muhemed Mursî li Misrê yekem serokwezîrê hilbijartî ye. Lê DYEyê di pêvajoya dûrxistina Mursî ya ji peywirê û revandina wî, paşdeavêtina destûrê û betalkirina Parlementoya Şûrayê de rê da derbekaran.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya li Misrê û rêgezên mafên mirovan û demokrasî mixrikî hev in. Îxwanê rexneyên xwe wiha anî ziman: "Pêvajoya li Misrê û rêgezên mafên mirovan û demokrasî hêmanên dijber di nav xwe de dihewînin. Di gel vê yekê DYE helwesteke diyar nîşan nade ka ev bûyer derbeyeke leşkerîye an na.
Îxwanê di dawiya daxuyaniyê de bangî gel kir û wiha got: "Derbe demborî ye. Emê ji derbeyan bifilitin, azadî, ezemet û rûmeta xwe dîsa bi dest bixin. Wê demê dê gelê Misrê têkoşîna xwe ya bi alîgirên derbeyê û kesên ku derbeyê bincil dikin re, bidomîne.
Arîkarê Wezîrê Karên Derve Yê DYEyê William Burns piştî ku artêşê li Misrê dest danî li ser birêvebiriyê, civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Burns gotibû ku birêvebiriya DYE piştgiriyê dide pêşnûmaya pêvajoya bihûrbar. Burns diyar kiribû ku pêşnûma ji bo avabûna dewleta demokratîk derfetek e. Burns, ji ber ku rêya lihevkirina neteweyî dixitimîne, girtina alîgirên Mursî jî rexne kiribû.
Ji aliyê din Partiya Edalet û Azadiyê ya şaxa siyasî ya Rêxistina Birayên Misilman e daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber ku di xwepêşana berxwedana bi milyonan de gule berdan xwepêşandêran û teşebûsê kuştina wan kirin, em polês û çeteya bivirdar şermezar dikin.