Dinya, Spor

Birayên Sûriyeyî yên ku şer ew ji hev qetandibûn di vekirina olîmpiyatê da gihîştin hev

Yunus Kaymaz  | 24.07.2021 - Rojanekırın : 25.07.2021
Birayên Sûriyeyî yên ku şer ew ji hev qetandibûn di vekirina olîmpiyatê da gihîştin hev

Istanbul

 Birayên Sûriyeyî Mihemed Masu û Alaa Masuyê ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê wan dewam dike ji hev qetiyabûn di Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da ji bo du tîmên cihê wê hewl bidin û ew duh di merasima vekirina lîstikan da wextê rastî hev hatin xwe avêtin hembêza hev û tevgera wan jî li gor rihê olîmpiyatê bû.

Di olîmpiyatan da triatlet Mihemed Masu wê li ser navê Sûriyeyê hewl bide û ajneber Alaa Masu jî wê li ser navê Tîma Sporvanên Olîmpîk ên Penaber wê hewl bide û duh herdu bira dema rastî hev hatin xwe avêtin hev û dîmenê wan yê ji ser medyaya civakî belav bû jî rastî eleqeyeke mezin hat.

Alaa Masuyê di sala 2000î da li bajarê Helebê hat dinyê ji ber şerê navxweyî di sala 2015an da ji welatê xwe veqetî û piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj li Almanyayê bi cî bû. Bavê wan antronorê soberiyê bû û wî li Almanyayê dîsa dest bi soberiyê kir û heqê beşdarî olîmpiyatan bibe qezenc kir.

Triatlet Mihemed Masuyê 28 salî jî piştî ku stada lê dixebitî bi bombebaranê hilweşiya amadehiyên xwe li Almanya û Hollandayê domand û di daxuyaniya ji ser malpera Komîteya Olîmpiyatên Navneteweyî weşand da wiha got: "Ez ji malbata xwe, mala xwe, hevalên xwe û her tiştên xwe bûm û min ji nû va dest bi jiyanê kir. Dema ez li Holllandayê gihîştim kampa penaberan roja duyemîn min dîsa dest bi bazdanê kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.