Dinya

Bi êrîşa Îsraîlê li rojhilatê Sûriyeyê bi ser komên Îran piştgirê wan e 60 terorîst hatin kuştin

Di êrîşa Îsraîlê bi şev ji hewayê bir ser Dêrazora li rojhilatê Sûriyeyê da ji komên biyanî yên di bin emrê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da 60 terorîst hatin kuştin.

Haydar Şahin  | 13.01.2021 - Rojanekırın : 13.01.2021
Bi êrîşa Îsraîlê li rojhilatê Sûriyeyê bi ser komên Îran piştgirê wan e 60 terorîst hatin kuştin

Deyru z Zor

 Di êrîşa Îsraîlê bi şev ji hewayê bir ser Dêrazora li rojhilatê Sûriyeyê da ji komên biyanî yên di bin emrê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da 60 terorîst hatin kuştin.

Derket holê ku balafirên şer ên Îsraîlê derengiya şevê li navenda Dêrazorê û çil û çiyayên wê di ser cî û cebilxaneyên komên terorîstên biyanî yên Îran piştgirê wan e û di eniyên rejima Esed da cî digirin da bombe barand.

Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan şaxa ewlehiya eskerî ya "Kampa Pêşengên Baas"a li navenda bajêr, hin cihên eskerî yên li taxa Ummalê, herêma Ayaşê ya li gundewarê rojavayê Dêrazorê û navçeya Mayadîna li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, herêmên çol û Hazamê ya li ser navçeya Elbû Kemala bi Iraqê ra sînor e wek hedef hatin hilbijartin.

Di êrîşan da ji komên biyanî yên Îran piştgirê wan e 49 terorîst hatin kuştin, ji artêşa rejimê jî yekê wan serbaz 11 esker hatin kuştin.

Di nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a rejima Esed ku dispart rêvebirekî eskerî ji êrîşa hewayî ya li Dêrazorê hat kirin Îsraîl berpirsyar hatibû nîşandan.

- Li Dêrazorê hebûna komên Îran piştgiriyê dide wan

Dêrazorê ya li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê bi saya rêbejên ji Îranê bigre heta Libnanê dewam dikin va xwedî cihekî taybet e. Xetên boriyê yên ji Iraq û Urdunê tên û rêyên bazirganiyê jî ji vî bajarî derbas dibin.

Navenda bajarê Dêrazorê, hin navçeyên li gundewarê rojhilat û rojavayê wê bi saya alîkariya Rûsya û komên Îran piştgirê dide wan va di Mijdara 2017an da ji DEAŞê hat hildan û teslîmî rejima Esed hat kirin.

Komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan wekî hêza bejayê ya rejimê tevdigerin û herî zêde jî li Dêrazorê ne.

Komên di nav wan da welatiyên Pakistan, Efxanistan, Libnan, Iraq û Îranê hene li Dêrazora Erebên Sunî lê dijîn bi cî bûne û endamên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê jî fermandariya wan dikin.

Qismê axa Dêrazorê ya ku li aliyê rojhilatê Çemê Feratê dikeve jî di bin dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye û Amerîka jî piştgirê wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın