Dinya

Bi teyareya bêmirov êrîşî Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî kirin

Haydar Karaalp  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 10.06.2021
Bi teyareya bêmirov êrîşî Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî kirin

Baghdad

 Hat ragihandin bi 3 teyareyên bêmirov (dorne) êrîşî Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koma Medyaya Ewlekariyê ya hikûmeta Iraqê da hat diyarkirin ku bi 3 teyareyên bêmirov (dorne) êrîşî Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê ceza bidin kesên hewl didin îstiqrara civakê xirab bikin, agahî nehat dayîn ku gelo di êrîşê da tiştek bi tu kesî hat an nehat.

Li Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî baregeheke eskerî ya Amerîkayê jî heye.

Hat destnîşankirin ku li Selahedîna wîlayeta Iraqê bi 3 roketan êrîşî Baregeha Eskerî ya Beledê kirin û tiştek bi tu kesî nehat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın