Dinya

Bi hezaran karkerên Filistînî yên ku Îsraîlê ew dersînor kirin gihîştin Xezeyê

Mustafa M. M. Haboush, Ekrem Biçeroğlu  | 03.11.2023 - Rojanekırın : 07.11.2023
Bi hezaran karkerên Filistînî yên ku Îsraîlê ew dersînor kirin gihîştin Xezeyê

Gazze

Hat ragihandin bi hezaran karkerên Filistînî yên ku Îsraîlê ew dersînor kirin gihîştine Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî.

Li gor agahiyên çavkaniyeke ewlehiyê yê li Deriyê Sînor yê Kerm Ebû Salima li başûrê Xezeyê ku nexwest navê xwe bide, bi hezaran karkerên Filistînî yên ku Îsraîlê ew ji Îsraîl û Şerîeya Rojava ya dagirkirî dersînor kirin, gihîştine Xeta Xezeyê.

Karkerên ku hêzên Îsraîlê ew 2 kilometre dûrî deriyê sînor berdane, meşiyane û hatine Xezeyê.

Gava karker digihêjin Refaha bajarê Xezeyê rayedarên Îsraîlî dest didin ser têlefon û pereyên karkeran.

Di rojnameya Haaretzê da duh hatibû diyarkirin ku kabîneya Îsraîlê biryar daye ku hemû karkerên Xezeyî yên li Îsraîl û Şerîeya Rojava dersînor bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.