Nêzî 18 milyonî xwendekarên di pêşdibistan, dibistan, dibistana navîn û lîseyê de dixwînin dê îro karnameyên xwe bistînin û bikevinbetlaneya ku dê bi qasî 2 hefteyan berdewam bike.
Heyama yekem a sala perwerdeyê ya 2014 û 2015an a ku 15ê îlonê roja duşemê dest pê kir, dê bi belavkirina karneyan biqede. Piştî belavkirina karnameyan dê nêzî 18 milyonî xwendekarên di pêşdibistan, dibistan, dibistana navîn û lîseyê de dixwînin û 900 hezar mamoste bikevin betlaneya nîvê salê. Piştî betlaneyê heyama duyem a perwerdeyê dê di 9ê sibatê roja duşemê dest pê bike.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci dê li Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Kizilcahamamê beşdarî merasima vekirina laboratuvara 3Dyê bibe û karnameyan belav bike. Avci her wiha dê Dibistana Çagatayê ziyaret bike û karnameyan belav bike.
- Di betlaneyê de dê mamoste bên tayînkirin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî dê di betlaneyê de tayînên cîguhertinê yên koma sedemên taybet ên di nav bajaran de û nav bajêr bê kirin. Piştî van tayînan dê ji bo kadroya 15 hezar mamosteyan tayînkirinên ewil bên kirin.
- Piştî betlaneyê ezmûnên xwendekaran ên hevpar dê dest pê bikin
Xwendekarên pola 8emîn dê di heyama duyem de ji dersên tirkî, matematîk, fen û teknolojî, dersa agahiyên dînî û exlaqî, dîroka înqilabê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî di 29-30yê nîsanê de bikevin ezmûna hevpar. Ezmûna telafiyê jî dê di 16-17ê gulanê de bê kirin. Tê plankirin ku encam jî di meha hezîranê de bê eşkerekirin.
- Ezmûnên ketina zanîngehê dê dest pê bikin
Merhaleya yekem a ezmûnên derbasbûna zanîngehê Ezmûna Ji bo Perwerdeya Bilind (YGS) dê 15ê adarê roja duşemê, Ezmûnên Bicihkirina Lîsansê (LYS) jî dê 13-14 hezîranê de û 20-21ê hezîranê de bi 5 rûniştinan bê kirin.
HAKKARÎ (AA) - Li Gevera navçeya Hekariyê cilên zivistinê û kojik dane zarokan ji ber serdema yekemîn ya perwerde û hîndekariyê karname wergirtin û ketinebetlaneya nîvê salê.
Midûrê Perwerdeya Navçeyê yê Geverê Necmettîn Kaya Dibistana Seretayî ya gundê Doganliyê ya ku 20 kîlomêtre ji navçeyê dûr e ziyaret kir û karnameya xwendekaran bela kir.
Kaya li vir piştî belavkirina karnameyan cilên zivistanê diyarî xwendekaran kir.