Serokên YE jî ji ber van îdiayan bertek nîşanî DYAyê dan
Di belavokekê de li ser têkiliyên di navbera YEyê û DYAyê hat sekinîn û hat diyarkirin ku xebat û hevkariyên di navbera şaxên saloxgeriyê yên welatan de divê li ser rastî û baweriyê bên kirin. Heke ev neyên kirin, têkiliyên di navbera welatan û şaxên saloxgeriyê de dibe ku xesarê bibînin.
Di belavokê de hatiye destnîşankirin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Almanya û Fransa dê hetanî dawiya vê salê bi Amerîkarê re hevdîtinê bikin.
Almanya û Fransayê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bertek nîşanî Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) dan
Serokwezîrê Fransayê Jean Marc Ayraûlt jî diyar kiribû ku Serokomar Françoîs Hollande vê mijarê dê di civîna YEyê de bîne rojevê. Îdiayên ku têlefona Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hatiye guhdarîkirin jî bibû sedema aciziyê. Serokwezîra Almanyayê Merkelê, ji Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê Barack Obama re têlefon kiribû û aciziya xwe anîbû ziman.