DAEŞê bi makîneyên kar li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê xendeq kolan, hêzên ewlehiyê yên ku ser vê yekê geşedanan dişopînin seranserê xeta sînor ê Karkamişê bergiriyên ewlehiyê zêde kirin.
DAEŞa ku kontrola bajarê Cerablûsa girêdayî Helebê di destê wê de ye, hê jî bi makîneyên kar nêzî sînor xendeqan dikole.
Endamên çapemeniyê yên ku li ser geşedanên li xeta sînor hatin navçeya Karkamişê jî hewl didin ji hin cihên diyar faliyetên DAEŞê yên li bajarê Cerablûsê dişopînin.
Di vê navberê de hat dîtin ku gelek wesayîtên leşkerî yên ku ji Fermandariya Lîwaya Bizirx a 5emîn a Gazîentabê hatin şandin, li cihên ku berê hatibûn diyarkirin hatin bicîkirin.
Destûr nayê dayîn ku welatiyên sivîl nêzî herêma leşkerî bibin.