LONDON
Midûrê Giştî yê BBCyê Tony Hall got ji ber ku biqasî 150 milyon sterlîn daha lîsansê kêm bû, sazî xwe amade dike ku dawî li karê hezar kesî bîne.
Saziya weşanê ya îngiliz destnîşan kir ku sedema kêmbûna dahata lîsansa wan ew e ku têra xwe mirov weşana zindî naşopîne û ucreta lîsansa TVyê nayê dayîn.
Di daxuyaniya ku saziyê belav kir de bal hat kişandin kesên ku dê ji kar werin derxistin, bêtir dê ji beşên profesyonel û hevkariyê bin û hinek jî dê ji beşên rêveberiyên bin û wiha hat diyarkirin: "BBCyeke bêtir sade dê were avakirin."
Bi berdewamî di daxuyaniyê de hat destnîşnkirin ku ew li bendê ne ku bi rêxistina nû va biqasî 50 milyon sterlîn teserûf were kirin.