Dinya

Berdevkê Karên Derva yê Îranê: "Dijmin cara duyemîn îxanetî dîplomasiyê kir"

Tolga Akbaba  | 28.02.2026 - Rojanekırın : 28.02.2026
Berdevkê Karên Derva yê Îranê: "Dijmin cara duyemîn îxanetî dîplomasiyê kir"

İran

Îsmaîl Beqayiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê êrîşên Îsral-Amerîkayê yên dijî Îranê bi bîr xistin û got ku "Dijmin car din îxanetî dîplomasiyê kir."

Li gor çapemeniya Îranê Beqayî der barê êrîşên dijî Îranê da daxuyanî dan.

Beqayî got ku gelê Îranê gelekî aştîxwaz e û got ku "Amerîka baregehên xwe yên li herêmê ji bo êrîşa dijî Îranê bo xirabiyê bi kar tîne. Teşebûsên Îranê dijî welatên herêmê nîne. Dijminan cara duyemîn îxanetî dîplomasiyê kir."

Beqayî ji hêla Amerîka-Îsraîlê va hedefgirtina dibistaneke seretayî ya li eyaleta Hurmizganê wekî "çalakiya terorê" bi nav kir û got ku di êrîşê da herî kêm 150 xwendekarên keç mirin.

Beqayî got Îran ji bo nîşan bide ku welatekî aştîxwaz e tevî pêvajoya mizakereyên bi Amerîkayê ra bû û Amerîkayê sûcdar kir ku "ji bo êrîşê Îranê bike li hincetan digere."

Beqayî bi bîr xist ku bi gelê Amerîkayê ra tu pirsgirêkên wan tune û got ku "Tu pirsgirêka me bi gelê Amerîkayê ra tune. Îdiaya ku Îran ji bo Amerîkayê tehdîdek e derew e. Kîjan berjewendî bû sedem ku ji 6.500 mil dûrahiyê bên û êrîşî zarokên me yên li Mînabê bikin?"

- Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivên Îranê

Dema mizakereyên pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir Îsrîal û Amerîkayê sibehê êrîşên hevpar birin ser Îranê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dijî Îranê "êrîşên bergir dan destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku dijî Îranê "operasyoneke mezin" dan destpêkirin.

Di çarçoveya êrîşan da paytext Tehran, bajarên Îsfexan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê hedef hatin girtin.

Îsraîl û Îranê sehaya asîmanî girtin û li tevahiya Îsraîlê rewşa derasayî hat îlankirin, sîrenan lê xist. Berî êrîşên bersivê yên Îranê bo gelê Îsraîlê hişyariyên ji bo ku biçin sitargehan hatin dayîn.

Artêşa Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi dehan fuzeyên balîstîk û wesayîtên asîmanî yên bêmirov dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.

Îranê bi êrîşên fuzeyê di heman demê da baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Bahreyn, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin û sîtola Amerîkayê ya li Bahreynê hat lêxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.