Berdevka Hikûmeta Îranê ragihand ku ji sedî 30ê kesên di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hatin kuştin zarok in
- "Em li cihên sivîlan xisarên mezin dibînin. Heta îro 3 hezar û 90 cî û warên sivîl, 528 yekîneyên ticarî û 9 jê yên Heyva Sor 13 navendên tenduristiyê bûn hedefa êrîşan. Em li navendên tenduristiyê jî bûn şahidê mirinan"
Ankara
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Muhaciraniyê got ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 3 hezar û 90 cî û warên sivîl, 528 yekîneyên ticarî û 9 jê yên Heyva Sor 13 navendên tenduristiyê bûn hedefa êrîşan, ji sedî 30ê kuştiyan zarok in.
Muhaciranî ji televîzyona dewletê ya Îranê ra axivî û der barê mirin û xisarên ji ber êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî welatê wê da agahî dan.
Muhaciraniyê got ku "Em li cihên sivîlan xisarên mezin dibînin. Heta îro 3 hezar û 90 cî û warên sivîl, 528 yekîneyên ticarî û 9 jê yên Heyva Sor 13 navendên tenduristiyê bûn hedefa êrîşan. Em li navendên tenduristiyê jî bûn şahidê mirinan."
Muhaciraniyê da zanîn ku di êrîşan da zarok jî hedef hatin girtin û got ku heta niha ji kesên ku di êrîşan da jiyana xwe ji dest dan ji sedî 30ê wan zarok in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
