Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê diyar kir ku dê mizakereyên bi Amerîkayê ra dewam bikin
Istanbul
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Îsmaîl Beqayî der barê hevdîtinên nerasterast yên ku bi Amerîkayê ra li Umanê hatin kirin da got ku "Mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da yên li Maskatê bi muteqabata aliyan ya jibo domandina hevdîtinan bi dawî bûn."
Beqayî ji ser hesabê xwe yê platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navanda wê Amerîka ye da der barê hevdîtinên li Umanê da daxuyanî da.
Beqayî diyar kir ku di hevdîtinan da hem aliyê Îranê hem jî aliyê Amerîkayê nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman û got ku "Mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da yên li Maskatê bi muteqabata aliyan ya jibo domandina hevdîtinan bi dawî bûn."
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî jib o hevdîtinên nerasterast ên bi Amerîkayê ra li Umanê hatin kirin gotibû ku "Destpêkeke baş e."
- Mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da
Hevdîtinên nukleerê yên ku di navbera Îran û Amerîkayê piştî êrîşên Îsraîl û Ameîrkayê yên dijî Îranê yên di hezîrana 2025an da rawestiyabûn dîsa li Umanê dest pê kirin.
Mizakere di heyameke ku rageşiya di navbera Tehran-Washîngtonê da zêde bûye û Washîngton dijî Tehranê li herêmê eskerên xwe zêde dike da pêk hat.
Di mizakereyan da Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî Îranê temsîl kir, Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî Amerîkayê temsîl kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
