Berdevkê Kremlînê Peskov: "Êrîşeke muhtemel a li dijî Xamaney ewê 'qutîka pandorayê' veke"

Ankara
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got sepandina guherandina rejimê li Îranê nayê qebûlkirin û heke êrîşek li dijî Xamaney bê kirin ewê "qutîka pandorayê" veke.
Peskovê ku ji Sky Newsê ra axivî li ser pevçûna ku bi êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir nirxandin kir.
Peskov destnîşan ki ku heke Îsraîl bi alîkariya DYAyê êrîşê li Xamaney bike ewê berteka Rûsyayê gelekî neyênî be û got, "Em qet vê pesend nakin."
Peskov ji bo guherîna rejimê li Îranê got, "Xeyala vî tiştî jî nabe çêbibe. Divê ev neyê qebûlkirin, divê neyê qebûlkirin ku her kes bikaribe ser vê mijarê biaxive."
Peskov derbarê êrîşeke muhtemel a dijî Xamaney got, "Ev yek dê bibe sedema wê yekê ku hestên tundrew di nav Îranê da derkevin holê û divê ew kesên ku behsa (kuştina Xameney) dikin vê yekê di hişê xwe de bigirin. Ew ê qutiya pandorayê vekin."
- Pevçûna ku bi êrîşên tund ên Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir
Îsraîlê di 13ê hezîranê da di serî da tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê êrîşên berfireh yên ku qedemeya fermandarên artêşa Îranê jî hedef girtin, dan destpêkirin.
Hat eşkerekirin ku Sererkanê Îranê, Fermandarê Pasdarên Şoreşê û hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di êrîşan da hatin kuştin, bi tevahî 224 sivîl jî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi fuzeyên balîstîk bersiva êrîşên Îsraîlê da û ji Îsraîlê 24 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Di serî da Tirkiye gelek welatan Îsraîl şermezar kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.