Dinya

Berberê li dinyayê di rêza 4an da ye li gundan digere û porê zarokan kurt dike

İbrahim Yaldız  | 25.12.2021 - Rojanekırın : 05.01.2022
Berberê li dinyayê di rêza 4an da ye li gundan digere û porê zarokan kurt dike

Muş

Dogan Akdenîzê 26 salî yê li Bulanixa navçeya Mûşê dijî bi dirûşmeya "Bira zarokên porkurtnekirî nemînin" va derket rê û porê zarokan bê pere kurt dike.

Akdenîz di 29êmijdarê-2yê berfanbarê da beşdarî pêşbaziya Konfederasyona Kuaforan a Dinyayê ya CMC CATyê ya li Antalyayê hat kirin bû û di kategoriyên "Bi meqesê kurtkirina por" û "Bi makîneyê kurtkirina por" da kete rêza 4an.

Akdenîz vegeriya memleketê xwe û biryar da ku porê zarokan bê pere kurt bike.

Akdenîzê li navenda navçeyê salona wî ya kuaforiyê heye di demên xwe yên vala da bi pêşîkêşiya mixtaran diçe gundan û zarokan li malên wan tiraş dike.

Akdenîz hetanî niha li 10 gundan porê 70 zarokan çêkir. Akdenîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di du kategoriyan da kete rêza 4an a dinyayê û ji ber vê kêfxweş e.

Akdenîz destnîşan kir ku zorkan li gundên dûrî navçeyê dijîn nikarin porê xwe bidin çêkirin û wiha pê da çû:

"Min ji bo tiraşa zarokan bi mixtaran ra xeberda. Mixtaran jî got tiraşa zarokan lazim e. Ez di çiqasî ji destê min tê ewqasî zû diçim zarokan tiraş dikim. Zarok jî em jî kêfxweş dibin. Hewcedariya kîjan zarokî hebe em ê herin cem. Ez bi pêşîkêşiya mixtaran li gundan digerim."

Akdenîz diyar kir ku ew jî li gund mezin bû û wiha axivî:

"Li gund îmkana me tunebû ku em porê xwe kurt bikin. Ev qet ji bîra min neçû. Min zarokên ku qet tiraş nebûne û rûyê berber nedîtine dîtin. Ji bo ew şa bibin ez bi kêfxweşî vê dikim. Hetanî niha ez çûn 10 gundan. Derî derî digerim û zarokan tiraş dikim."

Bekir Kayayê zarok jî diyar kir ku porê wî zehf dirêj bibû û wiha axivî: "Kekê Dogan hat porê me çêkir. Em jê ra gelekî sipas dikin."

Çetîn Kayayê zarok jî wiha got: "Ji ber ku vê xizmetê dide zarokan em gelekî sipas dikin. Em berê bi îmkanên xwe tiraş dibûn. Niha Kekê Dogan hat em gelekî kêfxweş bûn. Li gundê me berber tune, navçe jî dûrî me ye. Em nikarin bi îmkanên xwe herin ser berber."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın