QAHÎRE
Serokomarê berwext yê Misrê Adlî Mansûr destûra bingehîn pêşkêşî welatiyan kir. Welatiyên misrî yên li derveyî welêt dijîn ji bo dengdayina referandûmê deng bi kar anîn û hat ragihandin ku ji sedî 95an destûr "erê" kirine.
Berdevkê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Hîşam Mûxtar, daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku dengdayin bi awayekî şefaf û bêyî pirsgirêk hat kirin, ji 681 hezar hilbijêrên derveyî welêt dijîn 103ê hezarê wê beşdarî dengdayinê bûn.
Mûxtar diyar kir ku li Qûweyt, Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (EYE) beşdarbûn gelek baş bû û wiha dewam kir: "Bi gelemperî beşdarbûn kêm bû. Lewra welatiyên misrî yên li derveyî welêt dijîn ji bo dengdayinê serî li balyozên welatên ku lê dijîn dan. Li vir nasname û pasaportên xwe erê kirin û bi vî şiklî beşdarî dengdayinê bûn."
Mûxtar got ku li gor encamên nefermî dengên kesên ku beşdarî dengdayinê bûn ji sedî 95an "erê" ye.
Misriyên li derveyî welêt dijîn roja çarşemê dest bi dengdayinê kiribûn û dengdayin duh êvarê li gor saetên hemû welatan di saet 21.00an de bi dawî bû.
Di referandûma sala 2012an de li Misrê hatibû kirin de, li derveyî welêt beşdarbûn ji sedî 42 bû û ji hilbijêran ji sedî 65,8an dengê "erê"yê bi kar anî bûn.