Abdullah Tel
28 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
MANAMA (
Behreynê jî wekî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û piştî 7 salan balyozxaneya xwe ya li Şam a paytextê Sûriyeyê ji nû va vekir.
Wezareta Karên Derva ya Behreynê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku balyozxaneya li Şama paytextê Sûriyeyê ji nû va hat vekirin û dest bi kar kir.
Hat gotin ku Behreyn dixwaze têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê ra bidomîne û hat bibîrxistin ku Balyozxaneya Şamê ya li Manamayê kar û barên xwe didomîne û seferên balafiran ên di navbera herdu welatan da jî bênavber dewam dikin.
Behreynê balyozxaneya xwe ya li Şamê piştî ku di sala 2011an da li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kiribû, girtibû.
Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî duh ragihand ku wan balyozxaneya xwe ya li Şamê ji nû va vekirin.
Rejima Sûriyeyê meha borî daxuyanî da û ragihand ku dema welatên Ereb balyozxaneyên xwe yên li Şamê vekin ew ê gelekî kêfxweş bibin.