HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku têkiliyên fermî dayne dê hefteya bê biçe DYAyê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin, Barzanî wek vexwendiyê Barack Obamayê Serokê DYAyê dê li Washingtonê têkiliyên fermî dayne. Têkiliyên Barzanî dê sê roj berdewam bikin, Barzanî dê di dema têkliyên xwe de ji bo ku birêvebiriya DYAyê di têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê de piştgiriya xwe zêde bike û ji bo pêşmergeyan çek bên peydekirin dê daxwazên xwe bîne ziman. Barzanî ji bo ku ew herêmên ku pêşmergeyan ji destê DAEŞê xilas kirin bi birêvebiriya wan ve bê girêdan, ji Qesra Spî piştgirî xwest.
Tê payîn ku Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadir, Berpirsyarê Karên Derve Felah Mistefa û Wezîrê Îmar û Îskanê Derbas Kosret Resûlê endamê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) di ziyaretê de ligel Barzanî biçin DYAyê.
Sefîn Dîzayiyê Berdevkê Hikûmeta HKIyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ziyareta Barzanî ya Washîngtonê dê hefteya bê dest pê bike. Dizayî destnîşan kir ku ziyaret ji bo wan girîng e û wiha axivî: "Di vê maweya hesas a Iraqê de ziyareta Washîngtonê ya Barzanî girîng e. Barzanî dê bi rayedarên DYAyî re li ser mijarên der barê Iraq, Kurdistan û herêmê de hevdîtinan bike."
Tê diyarkirin ku Barzanî dê mijara referandûma ku ji bo serxwebûna Kurdistana Iraqê anîn rojevê jî ragihîne Obama.
Serokê Dîwana Serokatiyê ya HKIyê Fûad Huseyîn jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Barzanî di nameya ku berê ji Obamaya Serokê DYAyê re şandibû de qala bi destî kurdan diyarkirina dahatûya kurdan kir. Huseyîn bal kişand ku ev mijar mijareke nû nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mijara bi destê kurdan diyarkirina dahatûya kurdan dê di hevdîtinên li DYAyê teqez bê axafitn. Êrîşên DAEŞê ji ber ku vê pêvajoyê gelekî guherand dê ev mijar jî bê rojevê. Yek ji mijarên herî girîng ên hevdîtinan rizgarkirina Mûsilê û têkoşîna li dijî DAEŞê ne. Dê hevdîtinên dirêj bên kirin ka gelo Mûsil dê çawa û kengî bê rizgarkirin."
Barzanî beriya ziyareta DYAyê bi Serokomarê berê yê Iraqê û serokê YNKê Celal Talabanî re hevdîtin kir. Barzanî der barê ziyareta xwe de agahî dan Talabanî û der barê têkliyên ku dê li Washîngtonê bike de îstişare kirin. Barzanî bi serokên partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê re li avahiya xwe ya fermî hatibû bal hev û qala hûrguliyên ziyareta DYAyê ya ku dê bike kiribû.
Par jî Obama bi awayekî fermî Barzanî vexwendibû Washîngtonê lê Barzanî ji ber ku DYAyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKyê li "lîsteya rêxistinên terorê ya asta sisêyan" nehatibûn derxistin ev dawet qebûl nekiribû. Lê belê Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê li ser telefonê bi Barzanî re axivîbû û dabû zanîn ku PDK û YNKyê ji lîsteya terorê hatin derxistin.