HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî destnîşan kir ku divê di heyama nû de ji bo serokwezîriyê ji bilî Nurî Malikî namzedek were dîtin û heke rayedarên Bexdayê wiha tevbigerin Iraqê hilweşe.
Barzanî li Hewlêrê bi Serokê Koalisyona Navneteweyî ya Iraqê Îyad Elawî û li lijneya pê re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya serokatiya HKIyê de hat weşandin di hevdîtinê de mijarên di encama êrîşên DÎŞIyê de qeyrana li Iraqê û rêyên çareseriyê hatin rojevê.
Barzanî di axaftina xwe de destnîşan kir hikûmeta Bexdayê siyaseta mezhebî û nijadî dike û wiha got:
"Heke rayedarên Bexdayê wiha tevbigerin dê Iraq hilweşe û perçe bibe. Ji ber vê jî divê hemû birayên me û hêzên netweyî di mijara namzedê serokwezîriyê yê nû de helwesta xwe nîşan bidin. Di pêvajoya siyasî de şefaf tevbigerin. Ji bo serokwezîriyê ji bilî Nurî Malikî namzedekî din were dîtin."
Barzanî di axaftina xwe de gotinên Malikî yên ku digot 'Hewlêr û Kurdistan bûne navenda terorîst û DÎŞIyê' jî nirxand û wiha got: "Ev buxtanên mezin in, divê Malikî gotinên xwe îzbat bike. Divê Serokwezîrê Iraqê li hember xwîna pêşmergeyên ku li dijî terorîstan şer dikin û şehîd dikevin rêz bigire û bêwicdaniyê neke."
Barzanî destnîşan kir ku sedema qeyrana li Iraqê Malikî ye û Malikî ji bo ku xwe ji vê bişo û veşêre buxtanan dike û li sûcdaran digere û got ku divê tekoşîna li dijî terorê û mafên meşrû yên suniyan neyên tevlihevkirin.
Li gor daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de Elawî jî tirsa xwe ya der barê mezinbûna qeyrana siyasî, aborî û leşkerî ya li Iraqê de aniye ziman. Elawî wiha got: "Divê em ji bo aştiya neteweyî hewl bidin. Divê em hemû sazî û meqaman ji mezheperestiyê dûr ava bikin."
Barzaniyê ku peyamên serxwebûnê dide di nav hefteyê de bi Alîkarê Serokê DYAyê John Bîden re li ser têlefonê û bi Serokê Tevgera Yekbûyiyan Usama Nuceyfî, Alîkarê Misteşarê Berpirsiyarê Îranê yê DYAyê Brett McGurk re li Hewlêrê hatibû bal hev.