Muhammet Kurşun
10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo dîdarên referandûma serxwebûnê çû paytextê Yekîtiya Ewropayê Brukselê.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî îro ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hereket kir.
Barzanî digel şandeke Lineya Bilind a Referandûmê dê seredana Parlamentoya Ewropayê li Brukselê bike û bi Lijneya Peywendiyên Derveyî ya Parlamentoya Ewropa û hejmarek ji berpirsên Belçîkayê bicive.