HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande re têlefon kir û serxweşî da. Barzanî got ku serê hemû gelê Fransayê sax be û êrîşê bi tundî şermezar dikim.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku di malpera fermî ya serokatiyê de hat weşandin, Barzanî li ser têlefonê bi Hollande re xeber da û got ku ez li ser navê gelê Kurdistanê sersaxiyê didim gelê Fransayê û vê êrîşa derînsanî bi tundî şermezar dikim.