Barrackê Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê şîroveya "Heke Tirkiye neba li Xezeyê agirbest çênedibû" kir
Ankara
Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku heke Tirkiye neba dê li Xezeyê agirbest pêk nehata û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di vê mijarê da 4 caran spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Barrack di foruma Enstîtuya Xebatên Stratejîk a Navneteweyî ya ku li Manamaya paytextê Bahreynê hat lidarxistin da axivî û der barê Xeze û Tirkiyeyê da nirxandin kirin.
Barrack der barê agirbesta li Xezeyê da got ku "Heke Tirkiye neba dê li Xezeyê agirbest pêk nehata û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di vê mijarê da 4 caran spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir."
Barrack diyar kir ku Serokomar Erdogan û Qeterê "kareke newaze" derxistin û got ku "Bi taybetî têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Hemasê ra, wek rêxistin pênase nekirina wan pêk anî ku ji bo agirbestê heta dawiyê bên."
- "Tirkiye û Îsraîl dê şer nekin"
Barrack pesnê hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo aştiyê dan û got ku "Serok (Trump) li her derê tehtika kişikê bi temamî guherand. Tirkiye û Îsraîl dê şer nekin. Bi ya min ev dê nebe û hûn dê ji Behra Hazarê heta Behra Spî hevkariyê bibînin."
