Dinya

Baregeha Asîmanî ya Şedadiyê ya li Hesekeyê piştî vekişîna Amerîkayê radestî artêşa Sûriyeyê hat kirin

Ahmet Karaahmet  | 15.02.2026 - Rojanekırın : 15.02.2026
Baregeha Asîmanî ya Şedadiyê ya li Hesekeyê piştî vekişîna Amerîkayê radestî artêşa Sûriyeyê hat kirin

İdlib

HESEKE (AA) - Baregeha Asîmanî ya Eskerî ya Şedadiyê ya li çoltera Şedadiya girêdayî Hesekeyê, bi kordînasyona bi Amerîkayê ra radestî artêşa Sûriyeyê hat kirin.

Rêveberiya Çapemenî û Ragihandinê ya Wezareta Parastina Sûriyeyê daxuyanî da SANAya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê û ragihand ku baregeha eskerî ya ku hêzên Amerîkayê jê vekişiyan, di çarçoveya kordînasyona li qadê da hat teslîmgirtin.

Artêşa Sûriyeyê bi operasyonên li rojhilatê bakurê welêt va herêmeke berfireh ji rêxistina terorê YPGyê xilas kiribû. Baregeha Asîmanî ya Şedadiyê ya ji bo Amerîkayê cihekî stratejîk bû, ji wan herêman bû ku hêzên hikûmetê li çoltera Hesekeyê jê YPGyê xilas kirin.

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) pêşdatir li Baregeha Asîmanî ya Şedadiyê liv û tevgera hêzên asîmanî û balafirên kargoya eskerî yên Amerîkayê kişandibû.

- Baregeha Asîmanî ya Şedadiyê

Amerîkayê ji 2015an û pê va di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê da li herêma Şedadiyê eskerên xwe bi cih kirin.

Baregeha asîmanî ya li herêmê ji hêla hêzên Amerîkayê û rêxistina terorê YPGyê bi armanca alîkariya lojîstîk, perwerde û kordînasyona operasyonan hat amilandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.