Dinya

Balyozxaneya Îngiltereyê ya li Tehranê demkî hat girtin

Behlül Çetinkaya  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Balyozxaneya Îngiltereyê ya li Tehranê demkî hat girtin

Greater London

 Balyozxaneya Îngiltereyê ya li Tehranê ji ber xwepêşandanên li Îranê demkî hat girtin û hemû xebatkarên wê jî demkî ji welêt hatin derxistin.

Di daxuyaniya Berdevktiya Hikûmeta Îngiltereyê da wiha hat gotin: "Balyozxaneya Îngiltereyê ya li Tehranê bi demkî hat girtin. Hişyariyên der barê çûyîna vî welatî da jî guhertinên di xizmetên konsolxaneyê da jî tê da, hatine nûkirin."

Ji hêla din, li ser rûpela hişyariyên rêwîtiyê ya Wezareta Karên Derva ya Îngiltereyê ya ku herî dawî di 9ê Çileya Paşîn da hat nûvekirin da jî hat gotin balyozxane ji şeva 14ê Çileya Paşîn pê va hat girtin.

Di hişyariya seyahatê da wiha hat gotin, "Ji ber sedemên ewlehiyê, xebatkarên Balyozxaneyê bi demkî ji Îranê hatin derxistin. Balyozxaneya me wê ji dûr va xizmetên xwe bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.