Dinya

Balafirên şer ên Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê êrîşên esmanî yên nû birin ser avahiya Sererkaniyê

Enes Canlı  | 16.07.2025 - Rojanekırın : 16.07.2025
Balafirên şer ên Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê êrîşên esmanî yên nû birin ser avahiya Sererkaniyê

Quds

 Balafirên şer ên Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê êrîşên esmanî yên nû birin ser avahiya Sererkaniyê.

Balafirên şer ên Îsraîlê ku danê nîvro êrîşî deriyê Sererkaniyê kirin, piştî nîvro du carên din jî kir hedef.

Di kêliya êrîşan da ji avahiya Sererkaniyê pêşiyê alav, paşê dû rabû.

Artêşa Îsraîlê daxuyandibû ku ew li başûrê Sûriyeyê bûyerên ku Durzî di navê da ne û gavên rêvebiriya Sûriyeyê "dişopînin" û "li gorî telîmatên îradeya siyasî, Îsraîlê herêm kir hedef û ji bo senaryoyên cuda cuda amade dibe."


 -Artêşa Îsraîlê piştî êrîşên dijî Sûriyeyê daxuyand ku ew ê hêzên teqwiye bişînin ber xeta sînor

Li gor daxuyaniya Berdevkiya Artêşa Îsraîlê, piştî bûyerên li Suweydayê yên ku Durzî di navê da ne, biryar hat dayîn ku li ber sînor tehkîmata eskerî bikin.

Hat gotin ku artêşa Îsraîlê "di çarçoveya hedefên operasyonê da ji bo kifşkirina tehkîmatên ser sînor, rewş nirxand."

Li gor daxuyaniyê artêşa Îsraîlê "wê hem çalakiyên xwe yên parastinê hem yên êrîşê bidomînin."

Artêşa Îsraîlê îro êrîşa esmanî biribû ser Şamê.

Li Suweydayê di 13ê Tîrmehê da komên Durzî dest danîn ser hin wesayîtên eşîrên Erebên Bedewî û piştra pevçûnên çekdarî yên piçûk dest pê kiribûn.

Piştî ku li Sûriyeyê rejima Beşar Esed têk çû, hikûmeta Îsraîlê nahêle ku herêma Durziyan bi welêt ra bibe yek û li dijî rêvebiriya Şamê sozê piştgiriya eskerî û siyasî dabû Durziyan.

Li Îsraîlê kesên wekî Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz, Sûriye tehdîd kiribû ku ew ê "êrîşan zêde" bikin.

-Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li Şamê êrîşa esmanî bir ser baregeha Sererkaniyê ya Sûriyeyê

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li Şama paytextê Sûriyeyê êrîşa esmanî bir ser deriyê baregehê ya Sererkaniyê.

Berdevkiya artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan êrîşa esmanî bir ser deriyê Sererkaniyê ya li Şamê.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ew li başûrê Sûriyeyê bûyerên ku Durzî di navê da ne û gavên rêvebiriya Sûriyeyê "dişopînin" û wiha got, "li gorî telîmatên îradeya siyasî Îsraîlê herêm kir hedef û ji bo senaryoyên cuda cuda amade dibe."

Ji aliyê din va nûçegihanê AAyê yê li Şamê daxuyand ku li bajêr 3 teqîn çêbûn.

 - Balafirên şer ên Îsraîlê li Şamê kampusa Serokomariyê kir hedef

Balafirên şer ên Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê kampusa Serokomariyê kir hedef.

Nûçegihanê AAyê ragihand, piştî êrîşa li dijî avahiya Sererkaniyê, îcar jî kampusa Serokomariyê bû hedef.

Balafirên şer ên Îsraîlê li Şama paytextê Sûriyeyê sê caran êrîşî avahiya Sererkaniyê kiribû.

Di kêliya êrîşan da ji avahiya Sererkaniyê pêşiyê alav, paşê dû rabûbû.

- Artêşa Îsraîlê bi îdiaya ku “hişyarî” ye, êrîşî texma Qesra Serokomariyê ya li Şamê kir

 Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand, bi êrîşeke hat îdiakirin ku “hişyarî” ye, êrîşî texma Qesra Serokomariyê ya li Şamê kirine.

Radyoya Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê der barê êrîşên dijî Sûriyeyê da agahî û dîmen parve kirin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand, bi êrîşeke hat îdiakirin ku “hişyarî” ye, êrîşî texma Qesra Serokomariyê ya li Şamê kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın