Dinya

Balafira THYê ya ku çalakvanan vediguhêze Stenbolê ji balafirgeha Ramonê ya Îsraîlê firiya

Faruk Hanedar, Enes Canlı  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 04.10.2025
Balafira THYê ya ku çalakvanan vediguhêze Stenbolê ji balafirgeha Ramonê ya Îsraîlê firiya AA

Quds

 Balafira Turkish Airlinesê (THY) ya ku çalakvanên Fîloya Sumûda Kûrewî ya ku Îsraîlê ew li nav sînorên avên navneteweyî desteser kiribûn, vediguhêze Stenbolê ji balafirgeha Ramonê ya li bajarê Eilata Îsraîlê firiya.

Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyan dest xist, çalakvanên ku karûbarên wan temam bûn, beriya nîvroyê li balafira THYê ya ku daket Balafirgeha Ramonê bû, siwar bûn.

Tê payin ku balafir di nava çend saetan da bigihije Stenbolê.

Li gorî agahiyên ku Wezareta Karên Derva eşkere kir, ewê balafira ku ji bo çalakvanan hat texsîskirin, 36 welatiyên Tirk bên veguhastin.

Herwiha çavkaniyên Wezareta Karên Derva ragihandibû ku li tenişt welatiyên Tirkiyeyê ewê welatiyên 12 dewletên weke DYA, Îmarat, Cezaîr, Mexrib, Îtalya, Kuwêt, Libya, Malezya, Moritanya, Swîsre, Tûnis û Urdin jî bi heman balafirê bên veguhastin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın