Dinya

Balafira Netanyahuyê ji ber biryara DCNyê "tirsa wî ya tewqûfkirinê" heye ji bo Amerîkayê rotayeke cuda emiland

Mustafa Deveci  | 25.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Balafira Netanyahuyê ji ber biryara DCNyê "tirsa wî ya tewqûfkirinê" heye ji bo Amerîkayê rotayeke cuda emiland

Ankara

Balafira Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahuyê ji ber biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) "tirsa wî ya tewqûfkirinê" heye û ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çû Amerîkayê, rotayeke cuda emiland.

Netanyahu ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya NYyê bi şev ji Tel Avîvê ber bi Amerîkayê bi rê ket.

Netanyahu berî firîna xwe ya ber bi New Yorkê li balafirgehê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê sibê di axaftina xwe ya li Lijneya NYyê da wan welatan rexne bike ku Dewleta Filistînê nas kirin.

Netanyahu her wiha destnîşan kir ku ew ê di hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump da ya di 29ê Îlonê da jî li ser hedefên Tel Avîvê yên ji bo êrîşên dijî Xeta Xezeyê raweste.

Ji aliyekî din va balafira Netanyahu di çûyîna xwe ya New Yorkê da şûna rotaya asayî, rotayeke cuda şopand.

Li gorî nexşeya li ser malpera "Flight Radar"ê, Balafira Netanyahu şûna ku bi ser Ewropayê ra biçe New Yorkê, yekser bi ser Behra Spî ra çû.

Balafira ku qada asîmanî ya Yûnanistan û Îtalyayê emiland, neket qada asîmanî ya Fransayê.

Çapemeniya Îsraîlê nivîsî ku balafira Netanyahu ji ber biryara tewqûfkirinê ya DCNyê ya dijî Netanyahu, ev rota şopand.

DCNyê di 21ê Mijdarê da ji ber sûcên şerî û sûcên dijî mirovahiyê yên li Xeta Xezeyê, der heqê Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da biryara tewqûfkirinê derxistibû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın