Balafira bêmirov a nêzî Baregeha Eynil Esedê ya Iraqê hat îmhekirin

Iraq
Artêşa Iraqê diyar kir ku balafira bêmirov (BB) a nêzî baregeha eskerî ya şêwirmendên eskerî yên koalisyona dijî DEAŞa rêxistina terorê ya navneteweyî lê disekinin a li Enbarê dibû hat xistin.
Di daxuyaniya Yekeya Medyayê ya Ewlekariyê ya girêdayî Wezareta Parastinê da hat diyarkirin ku BByeke nêzî Baregeha Eynil Esedê ya Fermandariya Hêzên Hewayê ya Iraqê dibû hat tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku BBya nêzî baregeha eskerî ya şêwirmendên eskerî yên koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞê lê disekinin dibû bi destê sîstema parastina hewayê hat xistin.
Duh êvarê jî bi 5 fuzeyan êrîşî Baregeha Eynil Esedê kiribûn, hatibû diyarkirin ku fuze li du kîlomêtro dûrî baregehê ketin.
Hatibû diyarkirin ku wezîfeya hêzên şer ên koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞê di berfanbara 2021ê da bi dawî bûye.
Hêzên koalisyonê Baregeha Eynil Esedê ya li Enbarê vala kiribûn û amûrên di destê xwe da jî teslîmî artêşa Iraqê kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.