TIKRÎT
Tikrîta bajarê Iraqê ya ku Sadam Huseyîn lê hatibû dinyayê demeke dirêj di destê DAEŞê de ma û niha jî di bin kontrola çekdarên Haşdî Şebiyê (komên şiî) de ye.
Tikrîta ku şer û pevçûn niha lê bi dawî bûne dişibe bajarekî xerabe. Meriv ji bo bikaribe biçe bajêr ji ser çolekê re derbas dibe û di rêyên ku bin kontrola komên çekdar ên şiiyan de ne jî xelas dike û digihêje navendê.
Qesrên Sadam di kontrola şiiyan de ne
Qesra Serokatiyê ya Sadam Huseyînê ku ji text hatibû daxistin niha di bin kontrola lîwayên Elî Ekber û Bettarê de ne. Ev avahî bi navê Sadam jî tên zanîn û ji ber şer û pevçûnan tu îhtişama berê ya qesrê nemaye û DAEŞ wek berpirsyarê texrîbê tê nîşandan.
DAEŞ dema operasyon li ser wan hat kirin beriya bajêr biterikînin li gelek deran mayin bi cih kirin û agir berî qesr, avahî û xaniyan da. Rojnamegerên ku dixwazin bikevin bajêr ji bi talûkeya mayinan ve rû bi rû ne. Rêxistinê avahiya Walîtiya Tikrîtê di serî de agir berî Nexweşxaneya Dewletê ya Tikrîtê, Daîreya Ceyranbelavkirinê û gelek saziyên din daye.
Piraniya bajarê Tikrîtê niha di bin kontrola Haşdî Şebiyê de ye lê ji ber şer ji şêniyên bajêr tu kes xuya nake. Ji bo vê sedemê jî du îdia hene, hin kes dibêjin beriya operasyonê DAEŞê pere da şêniyên bajêr û ji wan xwest ku bila bajêr biterikînin. Îdiaya din jî ew e ku xelkê sunî ji ber tirsa êrîşa şiiyan bajêr terikandin.
Li erd, zevî û daristanên Tikrîtê ji hêla DAEŞê ve gelek mayin hatine bicihkirin û pispor ji bo paqijkirina wan hewl didin û ji ber vê jî di her teqînê duyê reş ber bi esman ve diçe.
Li hemû saziyên dewletê yên ku li Tikrîtê cih digirin ji bilî alaya Iraqê alayên Haşdî Şabiyên ku ji rengê sor û ser pêk tê jî hatin daliqandin.
Alîkarê Misurê Polêsên Tikrîtê Serheng Hesen Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê yê ku li herêmê ye û wiha got: "Em û Tikrît heta bi hetayê ji DAEŞê xilas bûn. Ez niha bangî xelkê Tikrîtê dikim bila werin û wek berê li bajarê xwe kar û barê xwe bidomînin.
Tikrît 140 kîlometre ji paytext Bexdayê dûr e û paytexta parêzgeha Selahaddînê ye. Wisa tê texmînkirin ku bi qasî 30 hezar kes li Tikrîtê dijîn. Serokê Iraqê yê berê Sadam Huseynê ku ji text hatibû daxistin li gundê El Awjaya ku 13 kîlometre ji Tikrîtê dûr e jidayik bûbû.