WASHINGTON
Berdevkê Qesra Sipî Josh Earnest got: "Hê eşkere nîne ku tesîra Îranê li ser hûsiyên Yêmenê heye an tuneye."
Earnest di civîna rojane ya çapemeniyê da pirsên der barê bûyerên ku bûn sedema îstifaya Serokomarê Yêmenê Ebdirabbu Mensûr Hadî da bersivand.
Berdevk Earnest diyar kir ku haya wan ji xeberên der barê têkiliyên di navbera Îranê û hûsiyan da heye, ji ber vê bi fikar in û wiha axivî: "Hê eşkere nîne ku tesîra Îranê li ser hûsiyên Yêmenê heye an tuneye."
Earnest destnîşan kir ku di navbera hûsiyan û Elqaîdeya nîvgirava ereban da têkilî tune, li eksê vê Elqaîdeyê wek dijmin dibînin û di têkoşîna li dijî terorê da bi Serokomar Hadî û saziyên ewlekariya Yêmenê ra têkiliyên DYAyê yên xurt hene.
Earnest wiha pê da çû:
"Em bi hikûmeta Hadî ra gelekî xebitîn, em ê bi hikûmeta teze ra jî di têkoşîna li dijî terorê da bixebitin. DYA ji tevkarî û kordînasyonên wiha hez dike, lê belê hê di polîtîkaya me da guherîn tune. Elqaîdeyê ji amerîkiyan zêdetir yêmenî kuşt. Ji ber vê yekê sedem hene ku em bi serokê dewletê ra li dijî terorê bixebitin.