Dinya

Bîlal Cesîmê biçûkê ê di êrîşa rejima Esed da felç ma hêvîdar e ku rojek bikaribe bimeşe

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet  | 29.03.2022 - Rojanekırın : 31.03.2022
Bîlal Cesîmê biçûkê ê di êrîşa rejima Esed da felç ma hêvîdar e ku rojek bikaribe bimeşe

İdlib

 Bîlal Cesîmê 12 salî ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê di êrîşa rejima Beşşar Esed da birîndar bû û ji navê berjêr nagire hewl dide bixwîne. Tevlî bavê xwe ji xwe ra sendelya biteker çêkir û pê diçe dibistanê û tê malê.

Cesîmê ji gundê Zehrayê ku li rojavayê Îdlibê dikeve 7 sal berê di êrîşa topê ya birin ser mala wan da bi perçeyê şerapnalê yê li piştê ket birîndar bû û ji wê rojê vir va jî felç ma. Ew hêvî dike rojekê bi piyan keve û bi hevalên xwe ra têra dilê xwe bileyîze.

Cesîmê diçe pola 6an ji bo bikaribe biçe dibistanê tevlî heval, xwîşk û birayên xwe rojê 2 kîlometre rê diçe û li benda alîkariyê ye.

Bîlal Cesîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bo bikaribe bi rihetî biçe dibistanê jê ra kursiyê bi teker ê bê aku lazim e. Cesîm destnîşan kir ku ew di êrîşa rejima Esed bir ser mala wan da birîndar bû û felc ma.

Cesîm got ku ew dixwaze perwerdehiya xwe bidomîne û wiha dewam kir: "Ez ji Xwedê bawer im ku ez ê rojekê bimeşim û bikaribim herim zanîngehê û biqedînim. Mala me ji dibistanê dûr e û rewşa me jî pir baş nîne. Min tevlî bavê xwe ji textikan kursiyek bi teker çêkir û ez pê diçim dibistanê. Ez ji hîn bûnê hez dikim, dersên min jî baş in û hêvî dikim di demeke kurt da ez emeliyat bibim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.